HAMASê ji bo zilma sîyonîstan a di zindanên îşxalê de bang kir

Tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, ji bona ku Filistînîyên di zindanên îşxalê de ne û dûçarê polîtîqayên îdam a sîstematîkî dibin  bêne serbestberdan banga çalakîya acîlî kir.

Ekleme: 05.12.2024 14:40:20 / Güncelleme: 05.12.2024 14:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê, di daxuyanîya ku belav kir de, şehadeta êsîr Muhammed Velid Hûseyin El Arif ku di zindanên îşxalê de ji ber şert û mercên dijwar şehîd bûye şermezar kir.

Di daxuyanîya HAMASê de bal hat kişandin çiqas dirêj dibe bila bibe, zilm û zordarîya ku rejîma sîyonîst a li dijî gelê Filistînê bikartîne wê bedêla wan sûc û sûcdarîya xwe bide û ew ê bê darazandin.

HAMASê bal li ser xebatên wezîrên sîyonîstan bi taybetî wezîrê karên hindir yê qaşo Ben-Gvir ku dixwaze girtîyên Filistînî îdam bike kişand û ji bona ku girtîyên di zindanên îşxalê de ne û dûçarê zilmên giran, îşkence û muameleyên xerab ên sîstematîkî dibin bêne xelaskirin banga çalakîya acîlî kir.

Berê jî, Klûba Êsîrên ku li Ramallahê û Îdareya Karên Êsîran û Girtîyên Filistînê jî roja Çarşembê diyar kiribû ku êsîrekî bi navê Muhammed Velid Hûseyin El Arif (45), di zindanên sîyonîstan de şehîd bûye.

Li gorî çapemenîya mehellî, El Arîf çend roj beêr ji teref hêzên îşxalkeran ve hatibû desteserkirin. Klûba Êsîrên Filistînê û Komîteya Azadîyan û Êsîrên Filistînîyan, bal kişand ku El Arîf berîya 20 salan di zindanên îşxalê de hatibû girtin. (ÎLKHA)