HUDA PAR: Pevçûnên di navbera Sûriye, Îran û Tirkiyê de tenê bi kêrî sîyonîstên îşxalker tên!

Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr got, "Li ser vê rastiyê berpirsyariya bingehîn a hemû welatên Îslamê bi taybetî jî van her sê welatan e ku bi lez û bez pirsgirêkên heyî çareser bikin û li dijî sîyonîzmê feraset û yekitiya tevgerê pêş bixin."

Ekleme: 04.12.2024 12:09:29 / Güncelleme: 04.12.2024 12:09:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Giştî yê Têkiliyên Derve Huseyîn Îmîrê ku di derbarê nakokî û alozîyên navxweyî yên li Sûrîyeyê de daxuyanî da, nêrîn û pêşniyarên partîya xwe bi raya giştî re parve kir.

Îmîr, di daxuyanîyê de weha got, "Em nakokîyên ku piştî navbereke dirêj li Sûrîyê di navbera muxalîfan û hêzên rêjîmê de dest pê kirine ji nêzîk ve dişopînin. Rastîya ku rêjîma Sûrîyê heta niha ji bo çareserîyê bi muxalîfan re diyalog nekirîye. Niha jî bûye sebeb ku alozî û bêîstîqrarîya li welat heta îro berdewam bike. Heger di navebra algiran de lihevkirinek çênebe wisa xuya dike ku ew ê pevçûn zêdetir bibin û bi temamî welatê bibe ber bixerabûnê." Îmir dûre gotinên xwe bi van îfadeyan domand:

"Îstîqrarî û nakokiyên navxweyî yên li Sûrîyeyê hêzên derve yên emperyalîst, bi taybetî Emerîka û Rûsyayê bangkiribû ku destwerdanê bikin. Ev krîza sîyasî ya ku serê ewil tenê Sûrîyeyê eleqedar dikir, bi daxilbûna Emrîka û Rûsyayê îro ewlehîya hemû welatên herêmê wek Tirkîye, Îran, Iraq, Libnan, Urdin, Filistînê bi şekleke ciddî tehdît dike. Ev rewşa ku di navbera welatên herêmê de dibe sedema îxtîlafan, welatên herêmê kirîye nav qirika hev û yekîtîya wan xera kirîye, qeweta wan ziîf kirîye û ji Doza Qudsê re zerarê daye. Ev rewş dibe sedema îşxalkirina Filistînê û welatên ciran ên Îslamê, sîyonîstên ku daxwazîyên erz-i mevud dikin jî birçî dikin û j ber vê yekê dibe sedema zêdebûna qetlîam û qirkirinan.”

“Ji bo aştî û îstîqrara Sûriyê pêk were, divê pêşî pevçûn bêne sekinandin û piştre jî diyaloga çareserîya sîyasî dest pê bike.”

Îmîr bal kişand ser wê yekê ku ji bo aştî û îstîqrara Sûriyê pêk were, divê pêşî pevçûn bêne sekinandin û piştre diyaloga çareserîya sîyasî dest pê bike û got, "Girtina derîyan a ji teref Esedê ve ji teklîfên dîyalogê yên Tirkîye piştî qetlîamên sîyonîstan ên li Xezze û Beyrûdê pêk anîtine, hêvîyên çareserîya aştîyane ziîf dike. Ji ber ku çareserîya îxtîlafên di navbera alîgiran de diyalogek nehatîye çêkirin, hem ji gelê Sûrîyeyê re hem jî ji welatên herêmê re zerara wî heye. Ji bo aştî û îstîqrara Sûriyê pêk were, divê pêşî pevçûn bêne sekinandin û piştre jî diyaloga çareserîya sîyasî dest pê bike.”

Îmîr di berdewama axavtina xwe de got, "Ji bo aştî û aramiya herêmê divê mijarên jêrîn li ber çavan bên girtin" û dûre weha berdewam kir:

"Ji nû ve destpêkirina pevçûnên tund ên berê dê peydakirina aştî û aramiyê dijwartir bike. Alîgiran, divê tercîh bikin ku nakokî û nakokiyên xwe li ser maseyê ne bi çekan, bi diyalogê çareser bikin. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê em bi rêya diyalogê çareser bikin. Nakokiyên heyî bên rawestandin û ewlehîya can û malê xelkê sivîl were dabînkirin.

Ji bo dawîlêanîna nakokîyên navxweyî yên li Sûrîyeyê, divê Tirkîye, Îran û Iraq însiyatîfê bigrin. Divê rêveberîya Sûriyeyê ji bo çareserîya sîyasî li ser maseyê rûne. Di serî de Tirkîye û Îran ji bo destpêkirina vê pêvajoyê divê hewlên ciddî bidin. Daxwazên maqûl û rewa yên gelê Sûriyê divê werin ser maseya lihevhatinê ku aliyên di bin garantorîya van welatan de nûnertîya wan dikin. 

Ji bo rêveberiyeke adil, divê pêvajoya makeqanûneke nû ya ku dewlet ji nû ve ava bike û hemû beşan bigire nava xwe, bê destpêkirin. Amadekariyên makeqanûna nû ji aliyê komîsyoneke ku hemû beşên civakê yên li Sûrîyeyê dijîn bi awayekî adil bên temsîlkirin, bê kirin. Divê cudakarî li ser bingeha etnîsîte û mezhebî nebe; Ji ber ku Kurd, Tirkmen, Ereb, Elewî û Sunnî ne, divê tu kes li derve neyê hiştin.

Divê pêşîya neheqî û zulmê bê girtin, aştî û aramî mayînde bibe, pêkhateya demografîk neyê guhertin, mihacirên ku ji ber şerê navxweyî neçar man cih û warên xwe biterikînin, bi ewle vegerin cîhên xwe.

Her çiqas gelên li axa Sûrîyê dijîn ji eşîrên pêk werin jî, bi giranî ew gelê Misilman in. Divê mafên civakên ku xwedî bawerî û çandên cihê ne, bi sîstemeke dewletî ya li ser bingeha têgihîştina edaletê ya Îslamî bê parastin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst a îsraîlê ji bo vê erdnîgarîyê tehdîdeke herî mezin e. Pevçûnên ku Sûrîye, Îran û Tirkîye di hedefa berfirehbûna sîyonîst de ne, tenê bi kêrî sîyonîstên îşxalker tê. Li ser vê rastîyê, berpirsyariya bingehîn a hemû welatên Îslamê bi taybetî van her sê welatan e ku bi lez kêşeyên heyî çareser bikin û têgihîştina hevpar û yekîtîya tevgerê li dijî sîyonîzmê pêş bixin.

Di dawîyê de, gelê Sûrîyê ku di van 13 salên derbasbûyî de rastî her cure êş û azaran hatîye, hatine kuştin, ji welatê xwe hatine derxistin û mal û milkên wan hatine desteserkirin, wek hemû gelên cîhanê hêjaye ku di nav aştî û aramîyê de bijîn. Berpirsiyariya hemû aliyan e ku çareseriyeke ku ji bo gelê Sûriyê li welatê xwe bi mafên mirovan û bi rûmet bijî, pêk bîne." (ÎLKHA)