Serokkomar Erdogan û Pûtîn li ser Sûrîyeyê axivîn

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî.

Ekleme: 04.12.2024 11:05:21 / Güncelleme: 04.12.2024 11:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Midûrîyeta Ragihandinê, di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê, mijarên cîhanî û herêmî û têkilîyên dualî yên Tirkîye û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Serokkomar Erdogan diyar kir ku her çend Tirkîye piştgirîya yekparçeyîya axa Sûrîyeyê dike, lê ew ji bo çareserîyeke adil û daîmî li Sûrîyeyê hewl dide û destnîşan kir ku li herêmê ji bo dîplomasîyê zêdetir cih were vekirin û divê rejima Sûrîyeyê di mijara Sûriyeyê de tevbigere. Divê ev pêvajo jî pêvajoya çareserîya sîyasî be.

Serokkomar Erdogan diyar kir ku di çarçoveya geşedanên dawîn ên li Sûrîyeyê de mijara herî girîng ew e ku sîvîl zirarê nebînin, Sûrîye bila nebe sedema bêîstiqrarîyeke mezin û Tirkîye jî ji bona ku li Sûrîyeyê aramî çêbibe bi hemû qeweta xwe hewl dide.

Erdogan diyar kir ku Tirkîye dê li ser helwesta xwe ya bi biryar li ser têkoşîna li dijî PKK û hêzên wê yên ku hewl didin ji geşedanên dawîn ên li Sûrîyeyê sûd werbigirin, bidomîne. (ÎLKHA)