Li 32 bajaran li djiî DAIŞê operasyon hat lidarxistin: 77 hatin binçavkirin

Di operasyona li dijî DEAŞê ya li 32 parêzgehên ku navenda wê Îzmirê ye, ji 114 şikdarên ku der barê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn 77 kes hatin binçavkirin.

Ekleme: 03.12.2024 16:40:19 / Güncelleme: 03.12.2024 16:40:19 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Di çarçoveya tehqîqata ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê fînansekirina DAIŞê da meşandin da ji bo 114 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li Îzmîr, Qonya, Enqere, Entap, Stenbol, Tekirdag, Edene, Semsûr, Yozgat, Riha, Bûrsa, Mereş, Wan, Qocaelî, Çewlig, Agirî, Yalova, Qeyserî, Mûş, Şirnex, Sêrt, Çankiri, Aksaray, Antalya, Semsûn, Seqerye, Meletî, Colemêrg, Hetay, Li Mêrsîn û Ispartayê di operasyona hevdem de 77 şikdar hatin girtin.

Hat diyarkirin ku ji şikdaran 8 kes li dervayî welat in û ji bo 29 jê girtî jî xebat dewam dikin. (ÎLKHA)