Li Şerîeya Rojava di 24 saetên dawî de 14 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin

Berxwedana Fîlîstînê di çarçoveya Tofana Eqsayê de şev û roj li Şerîeya Rojava di nava 24 saetan de 14 çalakîyên cuda yên berxwedanê li dar xistin.

Ekleme: 03.12.2024 13:25:19 / Güncelleme: 03.12.2024 13:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda Ragihandinê ya Filistînê di nûçeya xwe ya rojane de diyar kir ku ji vekirina guleyan, şerê çekdarî, avêtina teqemenîyan, pevçûn, avêtina keviran, rûbirûbûna bi rûniştvanan û xwepêşandanan 14 çalakîyên berxwedanê hatin dîtin.

Li ser hûrgiliyan, di êrîşa dagirkeran a li ser Balata û kampên penaberan ên leşkerî yên li rojhilatê Nablusê de, çalakiyên çekdarî û pevçûnên rû bi rû qewimîn, di nav de teqandina teqemeniyan jî hebû û çeteyan gule berdan gazî nuqteya kontrolê ya leşkerî ya li Cenînê kir.

Li nêzî bajarokên Halhul û Beyt Kahil ên El Xelîlê bi dagirkeran re pevçûn derket û molotof û kevir avêtin wesayîtên wan.

Pevçûn û avêtina keviran li herêma xaniyên giştî li rojhilatê Nablus, li Kampa El-Fewwer û li bajarokê Halhul ê El Xelîl  qewimîn. Li Cenînê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. (ÎLKHA)