Li Cenînê îşxalkeran wesayîtekî bombebarandin

Sibeha roja yekşemîyê, hêzên artêşa îşxalker li gundê Sîr li başûrê Cenînê, di heman demê de ku kolonyalîstên sîyonîst gund û bajarokên başûr û bakurê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî êrişî gund û bajarokan kirin, wesayîtekî Filistîniyan bombebaran kirin.

Ekleme: 02.12.2024 16:35:04 / Güncelleme: 02.12.2024 16:35:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên sîyonîstên îşxalker ên li ser Şerîeya Rojava, hevdem bi şerê qirkirinê yê li Xezzeyê re dewam dikin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Wafa) ragihand ku balafireke artêşa îşxalker li gundê Sîr ê Cenînê wesayîteke bombebarandin, di wesayîtê de gelek ciwan hebûn û ji cihê bomberdûmanê dûman bilind bûn.

Ajansê ragihand ku hêzên îşxalker bi hejmareke zêde ji wesayîtên leşkerî ji xala kontrolê ya leşkerî ya "Dotan" êrişî cihê bombebaranê kirin û navçe dorpêç kirin.

Rêveberê Heyva Sor a Cenîn Mehmûd El Saadî diyar kir ku ekîbên wan agahî girtine ku li gundê Sîr wesayîteke bombebarkirî hatîye teqandin, lê hêzên îşxalker ên li herêmê nehiştin ambulans nêzî wesayîta bombebarkirî bibin.

Berdevkê artêşa îşxalker di daxuyanîya xwe de weha got: "Balafireke Hêza Hewayî endamên çekdar ên li herêma Cenîn ji hewayê hedef girtin."

Radyoya Artêşa sîyonîst ragihand ku artêşê "bi esmanî li bajarokê Sîr li başûrê Cenînê 4 kesên çekdar xistine armanc."

Her wiha hat ragihandin ku kolonyalîstên sîyonîst li başûr û bakurê Şerîeya Rojava ya di bin îşxalê de jî êrişî gund û bajarokan kirin.

Ji aliyeke din ve ajansa Wafa ragihand ku êvariya îro şemiyê di dema êrîşa hêzên dagîrker bo ser bajarokê Anabta li rojhilatê Tulkarmê de, xortekî 15 salî bi guleyan birîndar bû.

Di pevçûna ku piştî êrîşa li ser gundê Asîra el Kibliya ya başûrê Nablusê derket de 2 zarok birîndar bûn. (ÎLKHA)