​Rêveberê Nexweşxaneya Kemal Advan: Di êrîşên 48 saetên dawî de zêdetirî 200 şehîd di bin kavilan de ne

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku di 48 saetên dawîn da li bakurê Xezzeyê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatin kirin de zêdeyî 200 Filistînî di bin xirbeyên xanîyan de şehîd bûn.

Ekleme: 02.12.2024 14:35:20 / Güncelleme: 02.12.2024 14:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advanê Husam Ebû Safîye di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, ji ber ku êrîşên sîyonîstên îşxalker berdewam dikin rewşa însanî ya li bakurê Xezzeyê ber bi felaketeke mutleq ve diçe.

Ebû Safîye destnîşan kir ku sîyonîstên îşxalker êrîşî malên malbatên Arac, Baba, Ulyan û Veraş Axa kirin û qetlîam kirin, Wî diyar kir ku ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê tenê 3 kes sax mane.

Ebû Safîye destnîşan kir ku nêzî 100 kes di mala malbata Erac de dijiyan û tenê kesek ku di şûştina Nexweşxaneya Kemal Advanê de dixebitî û wê demê li ser kar bû ji êrîşê xelas bû.

Ebû Safîye got “Zêdetirî 200 kesên ku di êrîşên 48 saetên dawî de canê xwe ji dest dane hê jî di bin xirbeyan de ne.” û îfade kir ku dengê kesên ku di bin xirbeyan de mane û daxwaza alîkariyê dikin, dilê wan dişewitîne.

Ebû Safîye got, " Dema ku Filistînî hewl didin kesên ku di bin xirbeyan de ne xelas bikin, dîsa ji teref balafirên Îsraîlê ve dibin hedef. Ev yek jî ketina herêman hema bêje ne mumkun dike ."

Ebû Safîye diyar kir ku nexweşxaneya Kemal Advanê bi zehmetîiyên mezin re rû bi rû ye û destnîşan kir ku destûr nayê dayîn ku alavên tenduristîyê, derman û amûrên hewce derbasî hundir bibin, her wiha ketina ambûlansan jî têne astengkirin.

Ebû Safîye agahî parve kir ku li nexweşxaneyê 63 nexweş hene, piranîya wan birîndar bûne û rewşa wan giran e, 9 jê di lênihêrîna giran de û 2 jê jî nû hatin dinyayê. (ÎLKHA)