Li Gurcistanê rageşî berdewam e: 107 binçavî

Ji ber ku hikûmeta Gurcistanê muzakereyên beşdarbûna li Yekîtîya Ewrûpayê heta sala 2028an sekinand li welêt xwepêşanên protestoyê dest pê kirin.

Ekleme: 01.12.2024 11:25:21 / Güncelleme: 01.12.2024 11:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Derbarê mijarê de berî vê du rojan ji teref Serokwezîrê Gurcistanê İrakli Kobakhidze ve hatibû gotin ku wan muzakereyên beşdarbûna li Yekîtîya Ewrûpayê heta sala 2028an sekinanda. Piştî vê daxuyanîyê li welêt xwepêşanên protestoyê dest pê kirin ku di bergeha rageşîya ku derket de heta niha 107 kes hatin binçavkirin.

Hat hînbûn ji ber midaxeleyên ku tên kirin gelek xwepêşandêr jî birîndar bûne.(ÎLKHA)