Li Xezzeya ku rejîma sîyonîst a îşxalker ev bû 421 roj e qetlîam û qirkirinê dike ji bona ku agirbestek bê çêkirin hevdîtin ji nû ve dest pê kirin.
Basîm Naîm yek ji rayedarên HAMASê ye, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku lijneyek ji tevgerê ji bona ku bi rayedarên Misirê re hevdîtinê bikin ew ê biçin Qahîreyê.
Musa Ebû Marzuk jî rast kir ku ew ê lijneyek ji tevgerê ji bo hevdîtine meseleya Xezzeyê wê biçe Misirê.
Marzuk, destnîşan kir ku lijne bi rayedarên Misirê re derheqê agirbesta li Xezzeyê û pevguhertina êsîran de danûstandina fikran bike.
Emrîka, daxuyandibû ku ew bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re ji bona ku hevdîtina agirbesta li Xezzeyê nû bikin xebat dabûn destpêkirin.
Hejmarê şehîdên ku li Xezzeyê di êrîşa sîyonîstan de şehîd bûne derket 44 hezar û 363 kesan.
Hejmarê birîndaran jî derket 105 hezar û 70yan. (ÎLKHA)