Li Ugandayê ax herikî: 15 mirî, 113 winda

Li Ugandayê ji ber şilîya zêde ax herikî, di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 113 kes jî winda bûn.

Ekleme: 30.11.2024 11:30:21 / Güncelleme: 30.11.2024 11:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li rojhilata Ugandayê hezaza ku ji ber şilîyê pêk hat bû sedema mirina herî kêm 15 kesan, ji 113 kesan zêdetir mirov jî winda bûne.

Rayedaran îfadekirin ku nêzê 15 kesan hatine xelaskirin.

Hat destnîşankirin ku di şeş gundan de nêzê 40 xanî di bin axê de mane, heta niha 15 kes bi mîrîkî hatine dîtin.

Ji bo 113 kesên winda jî bêne dîtin xebat didome. (ÎLKHA)