Ewrûpa Yetîm Elî li Makedonyayê cil û bergên zivistanê belav kir

Ewrûpa Yetîm Elî ku di çarçoveya fealîyetên alîkarîya zivistanê de li gelek welatan xwe êtîm, mexdûr û hewcedaran re xwe dighêjîne, li Makedonyayê ji gelek zarokan re cil û bergên zivistanê belav kir.

Ekleme: 30.11.2024 10:15:21 / Güncelleme: 30.11.2024 10:15:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dildarên Ewrûpa Yetîm Elîyê ku li herêma Strumicaya Bakurê Makedonyayê hewcedarên ku yek bi yek wan tespît kirine gerîyan û ji wan re alîkarîyan gihandin, di alîkarîyê de ji bi dehan zarokan re cil û bergên zivistanê belav kirin û ji kêfxweşîya wan re bûn wesîle.

Temsîlkarê Ewrûpa Yetîm Elîyê Bayram İbrahimov derheqê xebatên ku lidarxistin de axivî û weha got, “Em wek temsîlkarê Ewrûpa Yetîm Elîyê, ji zarokên êtîm û hewcedar re alîkarîya cil û bergên zivistanê dikin. Em ê nêzê 100 zarokên xwe bipoşînin. Em ê hinek zarokên xwe li vê derê bipoşînin hinekên wan jî em ê herin malên wan û li wê derê cil û bergên wan bidin wan. Em ji li vê derê ji hemû xêrxwazên Ewrûpa Yetîm Elîyê re teşekûrên xwe dişînin.” (ÎLKHA)