Li Şirnexê 8 kes ji ber jehrîbûna ji sobayê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin

Li navçeya Hezexa Şirnexê, ji heman malbatê 3 jê zarok 8 kes ji ber sobeya êzingan bi jehrê ketin.

Ekleme: 27.11.2024 16:55:21 / Güncelleme: 27.11.2024 16:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya Hezexa Şirnexê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, xaza ku di seatên êvarê de ji sobeyê çizirî bû sedema jehrîbûna 8 kesan. 3 jê zarok 8 kesên ku ji ber xazê bi jehrê ketin bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji 8 kesan 5 kes ji Dîyarbekirê re hatin sewqkirin, 3 zarok jî li Nexweşxaneya Dewleta Hezexê hatin tedawîkirin. (ÎLKHA)