Li Tanzanyayê di avahîya ku hilweşîyabû de hejmarê mirîyan derket 29an

Li bajara Darusselama Tanzanyayê avahîyek hilweşîyabû û di encamê de hejmarê mirîyan derket 29 kesan.

Ekleme: 27.11.2024 10:05:21 / Güncelleme: 27.11.2024 10:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di 16ê Mijdarê de li navçeya Karîakouya ku navçeya herî mezin e avahîyekî 4 qatî hilweşîyabû, di encamê de herî kêm 84 kes birîndar bûn, ekîbên xelaskirinê van birîndaran di bin kavilan de derxistin.

Li gorî çapemenîya mehellî, hejmarê mirîyan ji 20an derket 29 kesan.

Hat îfadekirin ku sedema qezayê nayê zanîn lê mirovên ku bûyerê dîtine îfade dikin ku avahî dema ku qatên binî yên avahîyê dihat zêdekirin pêkhatîye.

Li gorî Berdevkê hikûmetê Tobias Makobayê, di dema tehqîqata qezayê de xwedîyê avahîyê hatîye binçavkirin.

Serokê Dewleta Tanzanyayê Samia Suluhu Hassan, di bin serokatîya serokwezîr Qassim Majaliwayê de emir daye ku bila hemû avahî bêne lêkolînkirin. (ÎLKHA)