Rejîma qirker êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne: 12 şehîd

Rejima îşxalker a qirker, di êrîşa dawîn a li dijî Xezzeyê de 12 Filistînîyên dinê jî şehîd kir, bi dehan kesan jî birîndar kir.

Ekleme: 26.11.2024 13:55:20 / Güncelleme: 26.11.2024 13:55:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma sîyonîst a îşxalker ya li dijî Xezzeyê berdewam dike.

Rejima qatil, li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşî malên sîvîlan kir.

Li gorî xeberên ku ji teref WAFAyê ve hatine belavkirin ku ew jî ji çavkanîyên tenduristîyê bidestxistine, hêzên îşxalker li Taxa Et-Tuffahê êrîşî mala malbata El-Cedbeyê kirin, di encamê de 6 mirovên ku nav wan de zarok û pîrek jî hene şehîd kirin, gelek kesan jî birîndar kirin.

Di êrîşa ku bi topan li Ceddeya Kîşkoyê hat lidarxistin de 2, li herêma Eş-Şatîyê 3, li herêma Bureycê jî 1 kes hatin qetilkirin.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalkeran de heta niha 44 hezar û 235 mirov şehîd bûn.

Hejmarê mirovên ku birîndar bûne jî 104 hezar û 638 in. (ÎLKHA)