Li Şerîda Xezzeyê dîsa sivîl hatin hedefgirtin: 9 şehîd

Di êrîşa ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li nêzî nexweşxaneyeke bajarê Xan Yûnisê li başûrê Şerîda Xezzeyê hat lidarxistin de 3 sivîl û di êrîşa li ser Nuseyratê de jî 6 sivîl şehîd bûn.

Ekleme: 24.11.2024 13:40:20 / Güncelleme: 24.11.2024 13:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku artêşa îşxalker derdora Nexweşxaneya Amal a Xan Yûnisê bombe kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku qada ku sivîlên Filistînî lê kom bûne ji aliyê balafira bêmirov a artêşa îşxalker ve hatiye lêdan.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa îşxalker sivîlên Filistînî yên li Taxa Er-Rimal a bajarê Xezzeyê kirin hedef.

Di êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa îşxalker mala malbata “Ebû Yûsif” a Filistînî ya li Kampa Koçberan a Nûseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê hedef girt.

Di êrîşê de 3 sivîl hatin kuştin. (ÎLKHA)