Siyonîstên îşxalker ji bo koç bikin zorê didin gelê Lubnanê

Siyonîstên îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Lubnanê didomînin, her wiha zore dide gelê 2 meheleya li herêma Dahîyeyê û gelê 5 gundê ku li başurê welatin koç bikin.

Ekleme: 22.11.2024 16:50:20 / Güncelleme: 22.11.2024 16:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê artêşa siyonîstên îşxalker Avichay Adraee bi weşandina nexşeya ku di nivîsa xwe ya li ser hesabê Xê de gund û avahiyên ku hatine hedefgirtin bi rengê sor hatine nîşandan, gefa êrîşê kir.

Berdevk tehdîd li niştecihên Dahiye, bi taybetî yên ku li avahiyên ser bi navçeyên Hades û Harratu Harik dijîn, kir ku avahiyên xwe vala bikin.

Di daxuyaniya ku ji teref Adraee ve hat weşandin de hat gotin ku bi îdiaya ku li van herêman tesîsên Hîzbullahê hene ew ê êrîşî van nuqteyan bikin. (ÎLKHA)