Xespkerên Cihûyî, di seatên serê sibehê de hatin Mescîdî Eqsayê.
Sîyonîstan, ji bona ku rîtûelên xwe yên Talmudîkê bikarbînin ji Derîyê Mexrîbê ketin nav Haremê.
Xespkerên îşxalker, di bin parastina polêsên qaşo ya sîyonîstan de ger û ayînên xwe yên Talmudîkê bikaranîtin.
Polêsê qaşo yê rejîma sîyonîst, di dema êrîşê de Cihûyîyan parast.
Rejîma îşxalkera ku plan dike Mescîdî Eqsayê di navbera Misilman û Cihûyîyan de bike du parçe û Mescîdî Eqsayê bike Cihûyî, ji bona ku ev plana xwe bike rewacê bi tevî xwespkerên cihûyî êrîşî Mescîdî Eqsayê dikin.
Mescîdî Eqsa li gorî peymana aştî ya ku di dîroka 26ê Cormeha 1994an de di navbera rejîma îşxalker û Urdinê de hatibû îmzekirin, di bin hîmayeya Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudê ku girêdayî Wezareta Muqeddesat û Karên Îslamî ne de ye. Encax xwespkerên îşxalker, ji 2003yan vir ve di bin parastina polêsan de dikevin nav mabedê.
Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê, van têketinên ku serxwebûnîya Misilmanan îxlal dike wek “êrîş” dinirxîne. (ÎLKHA)