HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin

Serokê HAMASê Xelîl El Hayye, bal kişand ku îşxal diz û eşqîyayan diparêze, dûre weha got, “Operasyonên dizîkirina alîkarîyan a li Xezzeyê bi onaya îşxalê hatîye kirin.”

Ekleme: 21.11.2024 11:30:19 / Güncelleme: 21.11.2024 11:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

El Hayye di roportaja ku ji Eqsa TVyê re da de derheqê merhaleya mizakereyên li ser Xezzeyê de destnîşan kir û got “Temasên ku meseleyê bibe pêş hene” û bal kişand, “HAMAS di vî warî de nermahîyê nîşan dide.”

Hayye îfade kir ku “Berxwedana Filistînê ji peymana 2yê Tîrmeha 2024an (Pêşnîyaza Serokê Emrîkayê Joe Bîden) û biryara Konseya Ewlehîyê re amade ye” lê wî îfade kir ku astengîya li ber vêya Netenyahu ye.

Xelîl el Hayye destnîşan kir ku pêşnîyaza dawîn a Emrîkayê “Qala sekinandina herbê an jî vegera însanên ku ji cîhê xwe bûne nake, di cîhê vêya de bes qala şandina hinek êsîrên îşxalê dike.” Derheqê pozîsyona kesin a berxwedanê de jî balan kişand û weha got, “Ji Netenyahu re bibêjin ku heta herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin.”

El Hayye bal li ser hevkarîya Misirê ya xebatên destekdayînê û sekinandina êrîşan kişand û îfade kir ku mizakere di vî warî de di nav lezekî baş de pêşve diçe.

Ji teref Hayye ve hat îfadekirin ku ew derheqê rewşa herêmî de ji alîyê Erep û ûmmeta Îslamê ve mexseda wan di ber wan de maye. Wî bal kişand ku ew meraq dike gelo digel hûnerên wan ên ku hene çima nikarin êrîşdarîya îşxalê bidin sekinandin. (ÎLKHA)