Îşxalker li djiî bajara Palmîraya Sûrîyeyê êrîş li dar xist: 36 kesan canê xwe ji dest dan

Sîyonîstên îşxalker, bajara Palmîra û derdorê wî bi fuzeyan hedef girt, di êrîşa îşxalkeran de herî kêm 36 kesan canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.11.2024 11:15:19 / Güncelleme: 21.11.2024 11:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Sûrîyeyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku doh di seat 13.30yan de rejîma îşxalê, li bajara Palmîraya ku li çola Sûrîyeyê gelek avahîyan hedef girt û ji alîyê herêma el-Tanfê êrîşeke asîmanî li dar xist.

Di êrîşê de 36 kesan canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn. Di avahî û derdorê avahîyên ku hatin hedefgirtin de jî zayîadên meddî çêbûn.

Li gorî Malanihêrtina Mafên Însanî yê Sûrîyeyê ku navenda wî li Îngilistanê ye balafirên îşxalê, li Palmîrayê sê cîhan hedef girt. Ji cîhên ku hatîye hedefgirtin yek depoyekî çekan ku li wê derê malbatên şervanên ku nêzê Îranê ne dijîn e.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de, tê dîtin ku li Palmîraya ku nêzê herêmên arkeolojîkê ye dûman bilind dibin.

Malanihêrtinê, îfade kir ku balafirên herbê pêşî li ser bajara Derayê firîyane û dûre jî li Palmîrayê êrîş pêk anîtine.

Palmîraya ku li rojhilata Humusê ye, herêmekî arkeolojîk e.

Li gorî Malanihêrtinê, rejîma îşxalê ji serê sala 2024an vir ve li Sûrîyeyê 152 êrîşan pêk anîtîye, di van êrîşan de depoyên çekan, navendên fermandarîyê û wesayîtên leşkerîyan xistîye; di encama van êrîşan de 303 leşker û şervanên alîgirê hikumetê û 62 sîvîl canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)