Wezareta Karên Derve yê Qeterê: Biryara girtina Ofîsa Sîyasî ya HAMASê nehatîye girtin

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Macid el-Ensari, îfade kir ku biryarekî ew a girtina Ofîsa Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamê ya li Dohayê negirtine.

Ekleme: 20.11.2024 10:55:21 / Güncelleme: 20.11.2024 10:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Macid el-Ensari, derheqê bûyerê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ger ku derheqê girtina Ofîsa Sîyasî ya HAMASê de biryarekî girtinê girtibin jî ew ê ev biryar ji teref Wezareta Karên Derve yê Qeterê ve bê daxuyandin.

El-Ensarî diyar kir ku ew ji mayîna temsîlkarên HAMASê yên li Qeterê aciz nînin û kengî bixwazin biçin li ku derê jî dikarin seyehatê bikin, wî îfade kir ku hetanî di mizakereyan de rolekî nû neyê girtin tu wezîfeyekî Ofîsa Sîyasî ya HAMASê tineye.

El-Ensarî ku got, “Meseleyên li Xezze û Libnanê bi tevî hevkarên xwe yên li Tirkîyeyê koordîne dikin.”, îfade kir ku serokên HAMASê jî di nav rehetîyê de dikarin bikevin nav welat û ji welat derkevin.

Ensarî diyar kir ku rola navbeyknarîya Qeterê ji ber bêciddîyetîya alîyê eleqedar hatîye rawestandin, ev biryar hêna jî derbasdar e encax rawestandina rola navbeynkarîyê nayê vê meneyê ku xebatên sekinandina gengeşîyê jî hatine rawestandin.

Di daxuyanîya ku çavkanîyên Wezareta Karên Derve ve doh ji Reutersê re hatibû dayîn de, hatibû îfadekirin îddîayê ku tê gotin Ofîsa Sîyasî ya HAMASê ji Tirkîyeyê re hatîye birin ne rast e. (ÎLKHA)