Ji îşxalkeran li Şerîda Xezzeyê 3 qetlîam: Herî kêm 20 şehîd

Di bombebarana ku ji hêla siyonîstên îşxalker ên li bajarên Xezze û Xan Yûnis de herî kêm 20 kes hatin şehîdkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.11.2024 11:30:22 / Güncelleme: 17.11.2024 11:30:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalker însanên ku xwe sipartibûn kampa Şatîyê dibistana Ebû Assîyê li rojavaya bajarê Xezzeyê yê Neteweyên Yekbûyî yên UNRWAyê ye bombe kir.

Medyayên herêmî, ragihand ku tîmên bijîşkî heta niha, di nav de zarok û jin, tevî cesedê 10 şehîdan û herî kêm 20 birîndar derxistine û di binê hilweşandîyan jî kes hene, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê wan didome.

Hat ragihandin ku îşxal, bi du mûşekan mekteba ku mirovên koçber têdene hedef girtiye û heman dibistanê berê hî gelek caran bombebaran kiriye.

Li gorî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û Xwendina Bilind, ji ber ku êrişa li ser Şerîda Xezzeyê, 441 dibistan û zanîngeh ku 65ê wan girêdayî UNRWAyê ne ji teref îşxalkeran ve hat bombekirin û ji wan 77 heban bi tevahî hatin hilweşandin.

Ji aliyekî din ve di encama bombebarana du xaniyên li bajarên Xezze û Xan Yûnus de 10 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha, di encama bombebarana xaniyek ku aidî malbata Eyup a girêdayî li navenda bajarê Xezze ye, 5 kes şehîd bûn û herî kêm 5 kes birîndar bûn. Birîndaran hatin rakirin Nexweşxaneya El Baptîst ê. (ÎLKHA)