Li Efrîqaya Başûr bi hezaran karker di madenê de asê man

Di encama girtina kaniya ku li Komara Afrîkaya Başûr de xebatên madenên neqanûnî dihatin kirin ji aliyê polîsan ve bi hezaran karkerên madenê yên dereqanûnî bi birçî û tî asê man.

Ekleme: 16.11.2024 11:25:20 / Güncelleme: 16.11.2024 11:25:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi hezaran karkerên madenê yên ku ji bo kolandinê ketin kana Stilfonteîn a li Bakurêrojavayê welat di kanê de asê man, av, xwarin û pêdiviyên din ên bingehîn bêpar man.

Berdevka Polîsên Afrîkaya Başûr Tûggeneral Athlenda Mathe diyar kir ku hezar û 173 karkerên madenên neqanûnî yên ku li herêma Stillfontein a wîlayeta Bakurê Rojava di kana zêr a terikandî de dixebitin derketine holê û teslîmî polîsan bûne.

Mathe diyar kir ku bi hezaran karkerên madenê yên qaçax ên ku tê texmînkirin hê di kanê de ne, li hember teslîmbûna polîsan li ber xwe dan û tevî ku av û erzaqê qut bû jî nexwestin derkevin ser rûyê erdê. (ÎLKHA)