Li Papua Gîneya Nû di mezinahîya 6,6an de erdhejek pêk hat

Li welatê Okyanûsa Papua Gîneya Nû bi mezinahiya 6,6 erdhejek pêk hat.

Ekleme: 15.11.2024 11:20:25 / Güncelleme: 15.11.2024 11:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) da hat destnîşankirin ku navenda erdheja bi lerza 6,6an li peravên bajarê Kokopoyê yê li Girava Brîtanyaya Nû ya li rojhilatê welat pêk hat.

Piştî erdheja ku bi kûrahiya 51 kîlometreyan pêk hat hişyariya tsunamiyê nehat dayîn. Li gorî zanyariyên destpêkê di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne. (ÎLKHA)