Li Îranê di madenê de hilweşîn pêk hat: 1 mirî, 2 birîndar

Li wîlayeta Gulistana Îranê, di madenekî de hilweşîn pêk hat, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.11.2024 08:45:22 / Güncelleme: 15.11.2024 08:45:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin li bajara Azadşehîra wîlayeta Gulisanê di madenê de hilweşîn pêk hat.

Serokê Hîva Sor ê wîlayeta Gulistanê Qasim Xerîb Abadî, derheqê bûyerê de daxuyanîyek da û weha got, “Di Madena Kelat a li bajara Azadşehrê de hilweşînek pêk hat, di encamê de karkerekî canê xwe ji dest da, 2 karker jî birîndar bûn.”

Abadî, îfade kir ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)