UNRWA: Ji berîya mehekî heta îro tu xwarinekî neketîye bakurê Xezzeyê

Ajansa Avahî û Alîkarîya Filistînîyan ya NY (UNRWA), daxuyand ku heta berîya mehekî ji îro ve, tu amûrekî xwarinê neketîye bakurê Xezzeyê û tevekî hatine astengkirin.

Ekleme: 14.11.2024 09:20:20 / Güncelleme: 14.11.2024 09:20:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

UNRWA di daxuyanîya xwe de weha got, “Rewşa li Xezzeyê tam bûye felaketekî û alîkarîyên ku dighêjin li vê derê li gorî meha dawîn di pileya herî binî de ye. Di meha Cotmehê de ji vê herêma ku di bin dorpêçê de ye re her roj tenê 37 qamyona alîkarîyê dihat şandin.”

NYyê ku diyar kir ji 2,2 milyon însanan re şandina 37 qamyonan qîm nake weha got, “Em ji hinek gelê Xezzeyê ku ji bo nanê ziwa û qurtekî avê parêzê dike daxuyanîyan digrin encax îsraîl, îzîn nade ku bila NY bikeve herêmê.” Dûre sazîya ku girêdayê NYyê ye weha berdewam kir, “Di nav mehekî de ye ji Xezzeyê re tiştekî nehatîye kirin û ji têketina tu tiştekî re jî îzîn nehatîye dayîn û daxwazîyên NYyê ku bila bikevin herêmê jî ji teref mixalefetîya îsraîlê ve tê rûbirûbûn.” (ÎLKHA)