Li Çînê wesayîtek ket nav qelebalixîyê: 35 mirî, 43 birîndar

Li bajara Zhuzhaiya Çînê wesayîtek ket nav qelebalixîyê, di encamê de 35 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.11.2024 15:50:22 / Güncelleme: 12.11.2024 15:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsê mehellî, weha daxuyanî da, “Li Navenda Spor a Zhuhaiyê şikdarekî bi wesayîtê li ser însanên ku egzersizê dikirin bi wehşîyane êrîş li dar xist, di êrîşê de 35 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.”

Li gorî rayedarên polêsê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin. Hêj ne diyare ku ev êrîşekî ye an jî qezayekî ye.

Li gorî AFPyê bûyer, berîya roja Hûnera Hewa ya Zhuhai ku ew ê ji teref Artêşa Xelasîya Gel a Çînê ve bihata kirin pêk hat. (ÎLKHA)