Berxwedana Iraqê axên îşxalkirî hedef girt

Cepheya Berxwedana Iraqê, daxuyand ku ew li cîhekî leşkerî ya axên îşxalkirî bi ÎHAyê hedef girt.

Ekleme: 12.11.2024 11:30:19 / Güncelleme: 12.11.2024 11:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Cepheya Berxwedanê ve hat belavkirin de hat desntîşankirin ku li başûrê axên îşxalkirî cîhekî leşkerî bi balafirên bêînsan yê hewayê ve operasyon li dar xisitn.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Wek berdewamîya sekina me ya berxwedana ji îşxalê re, ji bo destekdayîna ji gelê Filistîn û Libnanê re, ji qetlîmên ku zarok, pîrek û îxtîyaran dikujûn re bersiv bê dayîn; em weh Micahîdên Berxwedana Îslamî ya Iraqê di 12ê Mijdara 2024an roja Sêşemê (Îro) de cîhekî leşkerî ya ku li başûrê axên îşxalkirîye bi balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girt. Berxwedana Îslamî, rast dike ku operasyonên tunekirina qeleyên dijmin bi lezîya xwe berdewam dike.”

Bi tevî vê operasyonê ji doh heta niha hejmaêr operasyonan derket 9an. (ÎLKHA)