Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne.
Îşxalkeran, ji êvarê ve êrîşî cîhên sîvîlan kir.
Li gorî ajansa nûçe ya Filistînê WAFA, balafirên herbê yên sîyonîstan li herêma Mewasîya ku girêdayê bajara Xan Yûnisê ye konên ku sîvîl xwe sipartibûn hedef girt, di encamê de 10 Filistînî şehîd bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)