Hîzbullah: Em bi îşxalê re ji herbekî dirêj re amade ne û derheqê agirbestê de teklîfekî ber bi çav nehatîye kirin

Rayedarê minasebetên medya yê Hîzbullahê Muhammed Afîf, rast kir ku berxwedan bi îşxalê re hem di cepheyê de hem jî di hindir de û di her pileyê de ji herbekî dirêj re amade ye û Libnanê tu teklîfekî agirbestê negirtîye.

Ekleme: 12.11.2024 09:45:20 / Güncelleme: 12.11.2024 09:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Afîf, di daxuyanîya ku belav kir de bi teybetî derheqê şervanên xwe yên ku di cepheyên pêş de herbê dikin de weha got, “Ew ji bo herbekî demdirêj xwedîyê hemû çek, cebilxane û amûrên ku qîm bike ne.”

Afîf derheqê daxuyanîya îşxalê ku ew ê êrîşên xwe berfirehtir bikin de weha bal kişand, “Ji xwe êrîş berfireh e û ji bona ku dijmin xetaya xwe ya di Herba Tîrmehê de nû neke ji herbê re hedefên xwe diyarî nekirîye.”

Muhammed Afîf, “Îşxal, ji ber zor û zehmetîya bi rûbirûbûna hêza berwedana Libnanê hedefên xwe yên nîhaî diyar nekirîye, hûn dixwazin di cepheyê de, di hindir de, di her pileyî de ji herbekî demdirêj re amade ne.”

Derheqê gotûbejên navneteweyî yên ji bo agirbestê de jî weha hat gotin, “Minasebetên ku em ji çapemenîya navneteweyî hîn dibin hene encax Libnan heta niha teklîfekî spesîfîk negirtîye û me jî bersivê nedaye.”

Muhammed Afîf ji sîyonîstan re xîtab kir û weha got, “Hûnê tu dem nikaribin herba xwe bi qetilkirina sîvîlan, pîrekan û zarokan an jî bi serdestîya we ya hewayê bidestbixin û heta ku ji alîyê bejahîyê aciz bin hûnê tu dem nikaribin serfiraz bibin. Ew ê di cepheya we ya nav we de bi tevî derzbûnê ew ê dawîya we dest pê bike û hûnê carekî dinê jî bizvirin.”

Afîf ji şervanên berxwedanê re jî bang kir û weha got, “Bûyerên rastîn ên di sehayê de di destê we de ye û di warê polîtîka û biryaran de gotina dawîn ew ê hûn bibêjin. Ew ê di ronahîya biryarî û micadeleya we de qedera berxwedana we û welatê we, dibe ku qedera hemû Rojhilata Navîn diyar bike.”

Afîf, “Ger ku hûn bibîhîsin ku ji bo agirbestê mizakereyên sîyasî hatine kirin, hûn bizanibin ku sedema wan a yek seha ye û biryarîya sehayê ya qehremanên me yên berxwedanê ye.”

“Fêhma me ya zeferê, astengkirina gihandina armanca dijmin e”

Afîf, di dawîyê de weha got, “Fêhma zefer û têkçûna Hîzbullahê, astengkirina hemû hedefên sîyasî û leşkerên dijmin e weka hemû tevgerên berxwedanê yên di dîrokê de.” (ÎLKHA)