Li Yemenê hezaz: 7 mirî

Li bajara El Mahwîta bakurrojavaya Yemenê di encama hezaza ku pêk hatîye de heft kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.11.2024 08:55:20 / Güncelleme: 12.11.2024 08:55:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Beyt El-Barasa ku girêdayê bajara El Mahwîtê ye pêk hatîye.

Wezîfedarên ewlehîyê, diyar kirin ku di hezazê de heft kesan canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku ji ber zinarên ku ketine xwarê hinek kes birîndar bûne û hinek xanî jî zerarê dîtine. Ji bo mirovên ku birîndar bûne jî ekîbên tenduristîyê hatin şandin.

Yemen, di demsala barana vê salê de bi tevî baranên dijwar û lehîyan bi  hewayekî xerab re rûbirû ye, ev rewş krîza însanî ya ku li welat heye jî xerabtir dike.

Li gorî daneyên NYyê, ji ber herba navxweyî ya ku 10 sal e didome sîstema tenduristîyê zerarê dîtibû, di vê hengamê de ji ber kêmasîya pijîşkên pispor, amûrên tibbû û binesazîyê alîkarîya tenduristîyê pir nayê kirin. (ÎLKHA)