Li Emerîkayê li zanîngehekê êrîşa bi çek: Kesek mir, gelek birîndar

Li Zanîngeha Tuskegee ya Alabamayê di êrîşa bi çekan da kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.11.2024 18:15:04 / Güncelleme: 10.11.2024 18:15:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama gulebarana ku danê êvarê li Zanîngeha Tuskegee di çalakiya kombûna xwendekaran de pêk hat de kesek mir û di nav de xwendekar jî hene gelek kes jî birîndar bûn.

Zanîngehê destnîşan kir ku kesê mirî ne girêdayî saziyê ye. Kesên birîndar li Navenda Tenduristiyê ya Rojhilata Alabama û Nexweşxaneya Baptist South tên dermankirin.

Sedema êrîşê nayê zanîn lê lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike. (ÎLKHA)



Etiketler: