Li Stenbolê otobusa rêwîyan qulibî: 2 mirî 15 birîndar

Hat ragihandin li Esenlera Stenbolê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.11.2024 11:55:21 / Güncelleme: 10.11.2024 11:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser Rêya Otogara Esenlerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke bi plaqeya 33 AVD 156 ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qulibî.

Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)