Îşxalkeran li Xezzeyê cardin qetlîam kirin: 33 şehîd

Di encama êrîşa hovane ya ku ji teref rejîma îşxal û terorîst ve li Xezzeyê hat kirin de 13 jê zarok bi tevahî 33 kes şehîd bûn.

Ekleme: 10.11.2024 11:25:04 / Güncelleme: 10.11.2024 11:25:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên mehellî hatine wergirtin siyonistên terorîst li herêma Cebalîye el-Baladê mala malbateke bi navê “Alluş” hedef girt. Di encama êrîşa hovane ya ku hat kirin de 13 jê zarok bi tevahî 33 kes şehîd bûn.

Ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî di bin avahîyê de man.

Hat hînbûn di avahîyê de gelek kesên ku ji cihên xwe hatibûn kirin jî hebûn.(ÎLKHA)