Amerîka-Îngîltereyê  Yemen bomberan kir

Koalîsyona ku Amerîka jê re pêşîvantîyê dike êrîşa hewayî bir li ser Sanaya paytexta Yemenê ku di bin kontrola Ensarullah de ye.

Ekleme: 10.11.2024 11:05:20 / Güncelleme: 10.11.2024 11:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafirên şer ên koalîsyona Amerîka û Yemenê êvara şemîyê bi balafirên şer êrîşî herêmên el-Nahdeyn û el-Hafayê kirin.

Di encama êrîşan de gelek avahî tesîrdar bûn. Tê diyarkirin di êrîşên ku hatin kirin de  depoyên çekan hatin hedefgirtin.

Ensarullahê Yemenê ji mijdara sala 2023yan vir ve ji ber ku li Xezzeyê qetlîam tên kirin li Behra Sor bênavber li dijî wan keştîyên ku ji siyonistan re dixebitin operasyon li dar dixe ku ji ber vê yekê Amerîka û Îngîltere êrîşan dibe li ser wê.(ÎLKHA)