Rejîma îşxalê li Libnanê qetlîameke din jî kir: 20 şehîd, 14 birîndar

Di êrîşên hewayî yên artêşa dagirker a ku li Baalbeka navçeya  parêzgeha Baalbek El-Hirmil a li rojhilatê Lubnanê hat lidarxistin de 20 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.11.2024 09:55:21 / Güncelleme: 10.11.2024 09:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda Operasyona Acîl a Sihheta Gel a ku girêdayê Wezareta Sihheta Libnanê ye derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, rejîma siyonist a terorê êrîşa hewayî bir li ser Baalbeka navçeya  parêzgeha Baalbek El-Hirmil a li rojhilatê Lubnanê kir ku di encama êrîşê de 20 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji 8ê Cotmehê ya sala 2023yan vir ve ji teref siyonistên terorîst ve li Libnanê hatin lidarxistin de heta niha 3 hezar û 136 kes şehîd bûn û 13 hezar û 979 kes jî birîndar  bûn.(ÎLKHA)