Li Xezzeyê hejmara rojnamegerên ku hatin şehîdkirin derket 188an

Li Xezzeyê di êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve tê lidarxistin de hejmarê rojnamegerên ku hatine qetilkirin derket 188 kesan.

Ekleme: 10.11.2024 09:15:20 / Güncelleme: 10.11.2024 09:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê, daxuyand ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve 188 rojnameger ji teref rejîma îşxalker ve hatine qetilkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin rojnamegerên bi navê Zehra Muhammed Ebu Suheyl, Ahmed Muhammed Ebu Suheyl, Mustafa Xıdir Bahr û Abdurrahman Xıdir Bahr ji teref siyonistên terorîst ve hatin qetilkirin.

Di daxuyanîya Ofîsê de, hat destnîşankirin hejmarê rojnamegerên ku di qetlîama rejîma îşxalkeran ku li Filistînê li dar dixe de hatine qetilkirin derketîye 188kesan. (ÎLKHA)