Li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî hat qetilkirin

Li Xezzeyê di êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve tê lidarxistin de hejmarê rojnamegerên ku hatine qetilkirin derket 184 kesan.

Ekleme: 09.11.2024 09:35:20 / Güncelleme: 09.11.2024 09:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê, daxuyand ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve 184 rojnameger ji teref rejîma îşxalker ve hatine qetilkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin rojnamegerê ku hatîye qetilkirin Xalid Ebû Zîr ku di Radyoya “Dengê Ciwanîyê” de dixebitîya ye.

Di daxuyanîya Ofîsê de, hat destnîşankirin hejmarê rojnamegerên ku di qetlîama rejîma îşxalkeran ku li Filistînê li dar dixe de hatine qetilkirin derketîye 184 kesan. (ÎLKHA)