Tevgera Ensarullaha Yemenê: Me droneke din a Emerîkayê xist xwarê

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku piştî êrîşên li ser Xezzeyê wan balafireke din a bêmirov a Emerîkayê ya îşxalker xistin xwarê.

Ekleme: 08.11.2024 13:20:04 / Güncelleme: 08.11.2024 13:20:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya Tevgera Ensarullahê da hat gotin, "Berevaniya hewayî ya Yemenê balafireke bêmirov a MQ-9 a Emerîkayê li herêma El Yatma ya parêzgeha El-Cewfê xist xwarê."

Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê Ebdulmelîk El-Hûsî di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû, "11 balafirên bêmirov ên Emerîkayê yên çekdar xistine xwarê."

Ebdulmelik El-Hûsî her wiha diyar kir ku piştî operasyona Tofana Eqsayê ku ji 7ê Cotmeha 2023an va dest pê kiribû, wan 202 keştiyên girêdayî Emerîka, rejîma sîyonîst û Îngilistanê kirin hedef.

El-Hûsî tekez kir ku operasyonên wî dê bi biryardarî berdewam bikin. (ÎLKHA)