Di pevçûnên sînora Libnanê de leşkerekî îşxalker mir

Artêşa îşxalê, qebûl kir ku di dema pevçûna li başûrê Libnanê de leşkerekî wan mirîye.

Ekleme: 07.11.2024 18:35:21 / Güncelleme: 07.11.2024 18:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalker qebûl kir ku di pevçûnên li cepheya Libnanê de leşkerekî sîyonîst mir û sîyonîstek jî birîndar bû.

"Saziya Ragihandinê ya îsraîlê" got ku duh li Avivim Celîleyê bi roketên ku ji teref Hizbullahê ve hatin avêtin leşkerekî roja Pêncşemê hat kuştin.

Artêşa îşxalker di daxuyanîya xwe ya 25ê Cotmehê da ragihandibû ku ji 7ê Cotmehê heta niha 890 hêzên sîyonîst di operasyonên berxwedanê da mirine.

Hîzbullahê roja Pêncşemê ragihand ku wan bo cara şeşan tevgereke artêşa îşxalker li taxên rojhilatê bajarokê Marûn El-Ras bi roketan kirin armanc.

Artêşa îşxalker di 23ê Îlona 2023an de li hember piştevaniya Hizbullahê ji berxwedana Filistînê ya li Xezzeyê ku ji 7ê Cotmeha 2023an ve rastî qirkirinê hat, êrîşên xwe yên li dijî Lubnanê berfirehtir kir. Hîzbullah bi berdewamî tekez kir ku ew êrîşên xwe yên ji bo piştgirîkirina berxwedana li Xezzeyê rawestînin heta ku îşxalkerî şerê wêrankirinê li Xezzeyê rawestîne.

Li gorî daneyên Lubnanê, di êrîşa îşxalkeran a li ser Lubnanê de 3 hezar û 50 kes şehîd û 13 hezar û 658 kes jî birîndar bûne, ku di nav wan de jin û zarok hene. Her wiha ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ve nêzî 1.4 mîlyon kes li Lubnanê ji cih û warên xwe bûne. (ÎLKHA)