Rejîma sîyonîst êrîşî başûrê Beyrûdê kir

Rejîma sîyonîst, li gelek herêmên Dahîyeya başûrê Beyrûdê êrîşên asîmanî li dar xist.

Ekleme: 07.11.2024 13:50:19 / Güncelleme: 07.11.2024 13:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa nûçeya fermî ya Libnanê NNA, diyar kir ku ji gelek herêmên Dahîyeyê re êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku ji taxên Leylekî, Burc el-Baracînî, Mamura û Amerîkanê re yek, ji taxa Ebyadê re 2 û ji Hureykeyê re jî 3 êrîşên asîmanî hat lidarxistin.

Piştî êrîşan ji herêmê duman zêde bûn û derketin.

Artêşa îşxalê herî dawîn ji başûrê Beyrûdê re di 2yê Mijdarê de êrîş li dar xistibû. (ÎLKHA)