Hîzbullah, baregeha leşkerî ya nêzê balafirgeha sîyonîstan hedef girt

Hîzbullah, daxuyand ku ew baregeha leşkerî ya sîyonîstan a li nêzê Balafirgeha Ben Gurîonê bi fuzeyan hedef girtine.

Ekleme: 07.11.2024 12:09:32 / Güncelleme: 07.11.2024 12:09:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hîzbullahê Libnanê, diyar kir ku ji Tsrifina baregeha leşkerî ya sîyonîstan ku li nêzê Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurîonê re bi fuzeyan operasyon li dar xistine.

Hîzbullahê daxuyand ku ew vê operasyonê ji bo destekdayîna ji gelê Xezze û berxwedanê re û ji bo parastina gelê Libnanê pêk anîtine.

Xeyn ji van agahîyan çapemenîya Îbranî jî îfade kir ku ji ber fuzeyan di trafîkê de çûndin û hatin hatîye sekinandin.

Polêsê îşxalê îfade kir ku di encama operayona fuzeyê de candayîn çênebûye û fuzeyan li Tel Avîvê ketine nav erdên vala.

Platformên sîyonîst ên Telegramê, dîmenên ku li nêzê balafirgehê dûman derketine parve kirin.

Hîzbullahê îfade kir ku xeyn ji vê operasyonê ew li Metullaya sînora Libnanê tankekî Merkawayê jî hedef girtine û bûne sedema mirin û birîndarbûna leşkerên sîyonîstan. (ÎLKHA)