Li bakurê Xezzeyê Filistînîyên sîvîl ji birçîna dimrin

Berdevkê NY Stephane Dujarric, destnîşan kir ku li Xezzeyê şert û mercê jiyanê dijwar û bikuştin e, sivîlên li wê derê ji birçîna dimrin.

Ekleme: 07.11.2024 10:45:22 / Güncelleme: 07.11.2024 10:45:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê NY Stephane Dujarric, diyar kir ku bakurê Xezzeyê di nav mehekî dawîn de di bin dorpêça temamî de ye, divê sûca li wê derê dawî bibe, “Dinya li wan temaşe dike sîvîlên Filistînê jî ji birçîna dimrin.”

Dujarric, îfade kir ku li Şerîaya Rojava û Quds îşxalkirî, vê salê nêzê 1000 xanîyên Filistînîyan hatine xerakirin.

Dujarric, destnîşan kir ev rewş bû sedema ji cîhê xwe bûna ji 1100î zêdetir Filistînîyan. (ÎLKHA)