Li Comergê 92 kîlogram metamfetamîn hat bidestxistin

Li navçeya Gevera Colemêrgê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 92 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin, şofêrê wesayîtê jî hat binçavkirin.

Ekleme: 07.11.2024 10:40:21 / Güncelleme: 07.11.2024 10:40:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji teref wezîfedarên Midurtîya Ewlehî ya Bajarê Colemêrgê ve ji bona ku îmalkirin û bazirganîya tiryakê bê astengkirin xebat hat kirin; li bajaroka Geverê; bi îzna serdozgerîyê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de; 92 kîlo metamfetamîn di bin wesayîtê de hatin bidestxistin. Dest hat danîn li ser metamfetamînê, şofêrê ku hatibû binçavkirin jî hat girtin.” (ÎLKHA)