HAMASê ji bireveberîya Trumpê re: Destek û qirkirina ku ji sîyonîstên îşxalker re bi çavgirtî tê dayîn dawî bikin

HAMASê, diyar kir ku ew ê tewra tevgerê ya ji bireveberîya nû ya Emrîkayê re wê bi tevger û sekina bireveberîya Emrîqayê ya ji gelê Filistîn, maf û doza wî ya mafder re girêdayî be.

Ekleme: 06.11.2024 16:20:19 / Güncelleme: 06.11.2024 16:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, li ser encamên hilbijartina Emrîkayê ku nîşan dide Trump qezenc dike daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîyê de diyar kir ku tewra tevgerê ya ji bireveberîya nû ya Emrîkayê re wê bi tevger û sekina bireveberîya Emrîqayê ya ji gelê Filistîn, maf û doza wî ya mafder re girêdayî be.

Tevger, destnîşan kir ku ji 1948an vir ve ku îşxala Filistînê re bireveberîya Emrîkayê ji doza Filistînê re bi xerabî tevgerê dike û daîma ji rejîma sîyonîst re di her beşê de desteka mezin daye. (ÎLKHA)