Ebû Zuhrî: Galant çû, HAMAS ma

Berdevkê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistîn (HAMAS) Samî Ebû Zuhrî, derheqê ji wezîfeyê standina wezîrê parastina qaşo yê rejîma îşxalker Yoav Galant de daxuyanî da.

Ekleme: 06.11.2024 10:35:19 / Güncelleme: 06.11.2024 10:35:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîrê qaşo yê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahû wezîr Galant ji wezîfeyê stand, Ebû Zuhrî jî vê biryarê nirxand.

Ebû Zuhrî di nirxandina xwe de weha got, “Galan, bi şanazî îlan dikir ku ewê HAMASê tune bikirana. Encax niha ew çû, HAMAS jî hebûna xwe didomîne û wê bidomîne jî.” (ÎLKHA)