Îşxalkeran li Libnanê avahîya ku sîvîl di nav de dijîyan hedef girt: 20 şehîd

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, li Libnanê ji avahîyeke ku sîvîl di nav de dijîyan re êrîşa asîmanî li dar xist, di encamê de di navbera wan de zarok û pîrek jî hene herî kêm 20 kes şehîd bûn.

Ekleme: 06.11.2024 09:35:20 / Güncelleme: 06.11.2024 09:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îşxalkeran, ragihandin ku li bajaroka Barcaya ku girêdayê wîlayeta Cebel-î Libnanê ye êrîş hat lidarxistin.

Di encama êrîşê de avahî bi temamî hilweşîya.

Rayedarekî Parastina Sîvîl ê Cebel-î Libnanê Hûsam Dahruç weha got, “Me di bin kavilên avahîya ku hilweşîyabû de cesedê 17 kesan û 3 birîndaran derxist. Em niha ji bona ku cesedê 3 kesan derxin dixebitin û gelek zehmetîyê dikşînin. Hêna jî mirovên ku di bin kavilan de ne û em nikarin bighêjin wan hene.”

Dahruc, ragihand ku ew pirsgirêka amûran dikşînin û bi tevî destan xebatên xwe didomînin.

Hat destnîşankirin ku di avahîyê de Libnanîyên ku ji cîhê xwe bûne dijîn, ji ber vê yekê dibe ku hejmarê şehîdan zêde bibe, di navbera qurbanîyan de zarok û pîrek jî hene. (ÎLKHA)