Karwana Hêvîyê li Bangladeşê ji bo astengdaran kursîyên biteker dîyarî kir

Kawana Hêvîyê ku çend hefteye ji bo alîkarîyan li Bangladeşê ye, ji bo mirovên astengdar û îxtîyar ku nikarin birêve biçin ji gelek kesan re kursîyên biteker dîyarî kirin.

Ekleme: 04.11.2024 13:45:24 / Güncelleme: 04.11.2024 13:45:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîba Karwana Hêvîyê ku li Bangladeşê ye, piştî belavkirina makîneyên dirûtinê, Qurana Pîroz, çandina fîdanan û şîva germ ji bo mirovên astengdar û îxtîyaran jî vêcarê kursîyên biteker belav kir.

Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin derheqê projeyan de axivî û weha got, “Me di çarçoveya projeya kursîyên biteker de ji bo xûşk û birayên xwe yên astengdar kursîyên biteker belav kir. Bi îzna Xwedê we bi alîkarîyên xwe yên ku dane me bi vê şeklê jiyana van mirovan kir nav duzenê. Xwedê ji we razî be.” (ÎLKHA)