Li Ugandayê brûsk li dêrê ket: 14 mirî, 34 birîndar

Li Ugandayê brûsk li dêrekî kampa penaberan ket, di encamê de 14 kesên ku emrên wan di navbera 9 û 21an de ne canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.11.2024 10:05:21 / Güncelleme: 04.11.2024 10:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di kampa Palabekê ku ji 80 hezarî zêdetir penaber di nav de ne de pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat li dêra kampê di dema ayînekî de brûsk lê ket.

Di encama bûyerê de li gorî diyarîyên ewil 14 kesên ku emrên wan di navbera 9 û 21an de ne canê xwe ji dest dan, 34 kes jî birîndar bûn.

Mirovên herêmê diyar kirin ku di seat 17.00an de baran dest pê kir, di seat 17.30yan de jî di dema baranê de brûskek li derdorê ket.

Brûskên ku li erdê dikevin bi taybetî li Efrîqaya navîn zêde ne û li Ugandayê jî dem bi dem dibe sedema qezayên mirinê.

Di 2020an de jî li Ugandayê brûsk li erdê ketibû û bûbû sedema mirina 10 zarokan, di sala 2011an de jî di bûyerekî heman de jî 18 zarok û mamoste canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)