Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li bernameya HAKSÎADê peyivî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî civîna karsazan a HAKSÎADê bû bi gotina "Serpêka her karî rastî ye." wî bal kişand ser durustiya karsazan.

Ekleme: 03.11.2024 14:50:21 / Güncelleme: 03.11.2024 14:50:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

"5emîn Civîna Karsazan" a ku ji aliyê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Heq (HAKSÎAD) ve bi şiyara "Têkiliyên Xurt, Serkeftinên Mezin" tê lidarxistin di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî bernameyê bû û di bernameyê de ji karsazan re axaftinek kir.

Yapicioglu di destpêka axaftina xwe de got bile ev civîn bibe wesîleya xêrê û wisa dest bi axaftina xwe kir:

“Xwedê Teala li gor niyeta we ya baş serketinê bide we. Destpêka her karî rastî ye. Bi gotina Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Sidq ussu’l-esasa Îslamê ye. Bi gotineke din, bingeha bawerî û aqîdeya me rastî ye. Bi rastî, ew di baweriyê de tesdîq e. Rastî û rasterastbûn serkeftinek mezin e. Bi taybetî dirustîya birayên me yên karsaz û kasibkar ên wek we, ez di wê baweriyê de me ku belkî her bawermend û misilman divê rast be. Lê rastiya we di dîrokê de bi awayekî wisa xizmeta baweriya we kiriye ku hûn vê ji bîr nekin.”

“Ew durustiya ku ji hêla bazirganên Misilman ve hatîye destnîşankirin bû sedem ku ji şûr zûtir Îslam belavbibe”

Yapicioglu gotinên xwe wisa domand:

“Ger hûn di vî alî de bimeşin, em bi hêvî ne ku her sal hejmara kesên ku li vir kom dibin zêde bibe. Dibe ku bazirganiya we şax û şax be. Dema ku hûn berê li bajarekî bûn, hun li seranserê welêt belav bûn. Hêvîdarim ku ji niha û pê ve belkî bigihêjin asteke cîhanî. Xwedê qezencên bi bereket bide we. Lê di ser îstîqametê de, lê bi rastî, lê bi dirustî... Heke hûn bi wê rastî û durustiyê yek tişt bi dest bixin, ji hezar tiştê bêbereket çêtir e. We hemûyan heta niha ev yek dîtiye. Hûn jî bi qasî min dizanin.

Ev xaleke pir girîng e ku divê neyê jibîrkirin. Eger du kes bi hev re rast û durust bin, ji wan a sisiyan Xweda ye. 4 kes werin cem hev, 5. ê wan înşallah Xweda ye. Bi gotineke din, bi izna Xwedê, şirîkatiya bi alîkariya Xwedê dikare tiştên pir mezintir pêk bîne. Xweda qezencên we bibereket bike. Ji we re bike nesîb ku ev qezencên we di rêya Wî de, di oxira wî de bi helalî bide xerckirin.” (ÎLKHA)