Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 43 hezar û 314an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 314an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 19an.

Ekleme: 02.11.2024 18:05:22 / Güncelleme: 02.11.2024 18:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 393emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 55 sivîlan şehîd kirin û 192 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 43 hezar û 314an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 19an. (ÎLKHA)